BI DÎMEN

Li Îranê xwepêşandan belav dibin: Herî kêm 5 xwepêşander hatin qetilkirin

Xwepêşandanên ku li Îranê ji ber şert û mercên xirap ên aborî û kêmbûna xizmetguzariyê hatin destpêkirin, di roja pêncemîn de li seranserê welêt belav bûn. Hêzên dewletê bi guleyên rast êrîşî xwepêşanderan kirn, herî kêm 5 kes jiyana xwe ji des dan.

Xwepêşandanên ku li Îranê li dijî şert û mercên xirap ên aborî, nebûna xizmetguzarî û bêqîmetbûna tumenê Îranê destpêkirin, di roja pêncemîn de belavî seranserê welêt bû. Li Tehranê xwepêşandanên ku ji aliyê esnafan ve li dijî zêdebûna dowîzê hatin destpêkirin, di demeke kin de li gelek eyaletan bi tevlîbûna esnaf, xwendekarên zanîngehê û welatiyan veguherî xwepêşandanên girseyî.

Hate diyarkirin ku di xwepêşandanên roja Pêncşemê de Daryush Ansarî li Fuladşehr a girêdayî eyaleta Îsfehanê, Emir Hesam Hudayariferd jî li Kuhdeşt ê eyaleta Loristanê di encama êrîşa hêzên Besicê de jiyana xwe ji dest daye.

Li gorî agahiyên qadê yên ne fermî, li bajarê Eenaî ya girêdayî eyaleta Loristanê di pevçûnên ku dema xwepêşander berê xwe dane navenda polîsan derketiye de, 3 xwepêşander hatin qetilkirin û 17 kes jî birîndar bûn. Ajansa Nûçeyan a Tasnim, di nûçeya xwe ya ku xwe dispêre Dozgerê Kuhdeştê de, ragihand ku di çarçoveya xwepêşandanan de herî kêm 20 kes hatine binçavkirin.

Şahidên bûyerê û çavkaniyên herêmî ragihandin ku li hin bajaran hêzên ewlehiyê bi guleyên rast êrîşî xwepêşandanan dikin.

Tê payîn ku xwepêşandan wê di rojên pêş de jî berdewam bikin.